Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Pêşniyara NATO Ya Jibo Hevdîtinan Dinirxîne


Civîna Onlyan ya Serok Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin
Civîna Onlyan ya Serok Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin

Moskow, 26 Kanûna Pêşî ajansa (Reuters)ê ragihand ku Rûsya pêşniyara hevpeymaniya NATO ya ji bo destpêkirina gotûbêjan li ser nerihetiyên derbarê ewlehiyê yên Moskowê di meha Çile de dinirxîne.

Ajansa nûçeyan ya TASS, ev yek ji zarê wezareta Derve ya Rûsy roja Yekşemê veguhastîye ye.

Rûsya, ku bi zêdekirina leşkeran li nêzîk sînorên Ukraynayê, welatên rojavayî ture kirine, hefteya borî lîsteka xwestekên ewlehiyê pêşniyar û eşker kirbûn ku ew dixwaze danûstandinan di wê derbarê de bi NATO re bike, di nav de soza ku NATO dê bide, ku dev ji her çalakiyên leşkerî yên li Ewrupaya Rojhilat û Ukraynayê berde, daxuyaniya wezareta derve ya Rûsyayê li gor ajansa Tass dibêje "Me ev pêşnîyara (NATO) berê jî wergirtîye".

Amerîka û Ukrayna dibêjin, dibe ku Rûsya amadekariyên êrîşkirina cîrana xwe ya berê ya serdema soveytê Ukrayina bike. Lê Rûsya vê yekê red dike û dibêje ku têkiliyên xurt yên Ukrayina bi NATO re dibe sedema zêdebûna ne aramiyê. Rûsya ev rewş şiband rewşa sala 1962ê ya dema aloziyên bi Kubayê re ya qeyrana mûşekan, dema ku cîhan ber bi şerekî atomî ve diçû.

Serok Vladimir Putin roja Pêncşemê got ku Rûsya dixwaze xwe ji pevçûnan dûr bixe, lê hewcedarî bersivek "lezgîn" ya ji alîyê Amerîka û hevalbendên wê heye ku garantiya aramî û ewlehiyê bidin.

Moskow got ku ew li bendê ye ku bi rayedarên Amerîkî re danûstandinan encam bide ku di meha Çile de dibe li Cenevreyê gotûbêjan bidin destpêkirin.

Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden gotbû ku pêşniyarên Rûsya yên ewlekariyê nayên qebûl kirin, lê ev nayê wê watyê ku Washington dê li ser formatê bi ramanên berbiçavtir bersivê ji her gotinê re bide.

Hin hêman di daxwazên Kremlinê da hene yên weke Vetoya Rûsî ya karîger li ser endametiya Ukraynayê di NATOyê da li pêşerojê, ku rojava her ji niha da ew red kirîye. Herwiha dibe ku pêşniyara nehiştina çekê navokî yê Amerîka ji Ewrupa û vekişandina hêzên NATO yên hevpar ji Polonya, welatên Baltîk, Estonya, Lativya û Lîtwanya yên ku serdemekî di nava Yekîtiya Sovyetê da bûn.

XS
SM
MD
LG