Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Rûsya dijî 63 Japonan tole ragihandine.
Reutersê dîyar kir ku hin karbidestên Japonya, profesor û rojnamevanên wî welatî ketine lîsteya toleyan ya Rûsya.
Wezareta Derve ya Rûsya da zanîn ku wan jiber gotinên giran yên Japonya yên dijî Moskowê biryar daye ew tole werin ragihandin.
Di lîsteya toleyan de serokwezîr, wezîrê derve û wezîrê berevanî yên Japonya hene.
Li gor toleyên hatine ragihandin, ew kesên di lîsteyê de êdî nikarin derbazî Rûsya bibin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve Moskow û welatên cîhanê dijî hevdu toleyan radigihînin.