Wezareta Berevanîyê ya Rûsya îro Pencşemê ragihand ku şewata li keştîya bi navê Moskva , ya li Derya Reş ya Rûsî hatiye vemirandin.
Wezaretê da zanîn ku keştî niha ser avê ye û ewê ber bi benderê ve were kişandin.
“Êdî agir di keştîyê nemaye û peqînên cebilxaneyan jî rawestîne. Çekên mûşekî yên serekî zarar negirtine," wezaretê ragihand.
Lê, karbidestên Ukraynî îdia kir ku keştî binav bûye û ew yek jibo hêzên Rûsî darbeke tund e.
Şêwirmendê ofîsa serokê Ukrayna Oleksîy Arestovîç di peyameke ser Facebookê de ragihand ku dema keştî li Derya Reş binav bû 510 karmendên Rûsî li gemîyê bûn.
Pisporê leşkerî Oleg Zhdanov jî got ku zarara ku keştîya Rûsî dîtîye, morala hêzên Ukraynî bi awayekî berbiçav bilind kiriye.
Wezareta Berevanî ya Rûsî di saetên serê sibê yên îro de ragihandibû ku keştî zarareke cidî dîtiye, piştî ku cebilxaneya wê di encama şewatê de peqîyaye.