Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adar Jîyan: Divê Roja Zimanê Dayîkê Sembolîk Nemîne


Adar Jiyan
Adar Jiyan

Bi mebesta ”Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî” li Bajarê Wanê hin rêze çalakî hatin sazkirin.

Bi pêşengîya Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (DÎSA-DER) ya Wanê, preskonferans, panel û şahî pêk hatin.

Nivîskar Adar Jîyan piştî panela liser zimanê Kurdî, bû mehvanê Dengê Amerîka.

Nivîskar Jîyan, bal kişand ser bernameyên ku di roja zimanê dayîkê de tên sazkirin û got ku pêwîste ne tenê di rojek sembolîk te, di her deverên jîyanê de ziman were parastin.

“Em nikarin tenê di rojekê de ziman biparêzin, ev rojeke sembolîk e. Jiber wê eger hûn di jîyanê de ziman ji xwe re nekin ser êşî an jî dil êşî, ne mumkûne ku hûn di vî karî de serkeftî bibin. Ziman parçeyeke jîyanê ye, lewra çi tiştê di nava jîyanê de hebe, di bin sêwaneya ziman de hatine hewandin.

Herwiha Nivîskar Jîyan, got ku pêwîste em di her deverê jîyanê de ziman biparêzin. Jîyan dîyar kir ku parastina ziman, parastina mirovahîyê ye.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku 21’ê Şibatê li seranserê cîhanê wek ”Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî” tê pîroz kirin. Ev roj ji alîyê Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di 17’ê Mijdar a 1999’an de hatibû ragihandin. Bi wê biryarê, armanca UNESCO ew bû ku balê bikişîne ser girîngîya pirçandî û pirzimanî ya li seranserê cîhanê.

Raporta Deng/ Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:13 0:00


XS
SM
MD
LG