Îro ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê ye. Her sal 21’ê Şubatê li seranser cîhanê wek roja balkişandina girîngîya zimanê zikmakî tê pîroz kirin.
UNESCO di 17’ê Mijdar a 1999’an de biryar dabû ku 21’ê Şubatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî qebûl bike û bal bikişîne ser girîngîya pirçandî û pirzimanî ya li seranser cîhanê.
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî di sala 2008’an de ew roj bi fermî pejirandibû û ji wî demê heta niha li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî tê pîroz kirin.
Kurd jî di salên dawî de girîngî didin vê rojê û sazî û rêxistinên Kurdan bi panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, vê rojê pîroz dikin û bal dikişînin ser girîngîya zimanê xwe yê zikmakî.
Jêder: VOA