Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîthat Sancar: Li Herêma Erdhejê Herî Zêde Pêdivî bi Çadiran Heye


Bajarê Semsûr
Bajarê Semsûr

Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar, 7 roj li qada erdhejê lêkolinên ku bi destxist, li Enqerê Navenda Giştî ya HDP’ê bi preskonferanseke pêşkêşî raya bigiştî kir.

Mîthat Sancar çavdêrîyên xwe dabeş kir û ragihand ku li 10 bajaran karesateke pêk hatîye trajedîyeke pir mezin derxistîye holê. Sancar hestê xwe wiha anî ziman:

“Ez pêşî ji xizmên kesên ku di vê erdhejê de jiyana xwe windakirine re sersaxîyê û kesên ku birîndar bûne re jî şîfayê dixwazim. Bi tevahîya welat em êşeke wisa dikşînin ku pêkan nîne em vîya pênasebikin. Em di demeke wisa de ne ku hemû peyv di qirika me de girdê dibe.”

Herdû hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan di roja yekê de çûbûn herêma erdhejê. Sancar ragihand ku herdû hevserok li tevahîya bajaran de gerîyane û rastî dimenekî gelek dilêşî hatine. Sancar amaje kir ku erkdarên dewletê encax 35 saet şûn ve karibûne ku alîkarî bidin û kesên bin kavilan rizgar bikin:

“Desthilatîyê nikaribû ku vê krîz birêva bibe, li ber vî jî erdhej qulipî krîz û trajedîyeke mirovahîyê. Li bajarên erdhejê gava ez gerîyam di nav 35 saetên borî, ez ti car rastî ekîba alîkarîdayînê û rizgarkirinê nehatim. Ku ev dem çiqas girînge, em pir baş dizanin. Ev derengmayîn, şerpezetî, bê organîzasyonî û kordinasyonîyê di hejmarên mirîyan de zêdebûnîyek mezin çêkirîye.”

Sancar di axaftina xwe de li ser sedemên hilweşîna avahîyan jî rawestîya û di vî warî de li ser rola desthilatîyan jî sekinî û got:

“Heke îro ewqas avahî hatine hilweşandin sedama vî efûya îmarê (aşitîya îmarê) ya desthilatîyê ye. Di nav salên 1955-2000’an de 8 care aşitîya îmarê hatîye çêkirin. Piştî ku AKP hate ser kar di nav 21 salan de 9 car aşitîya îmarê derxistine û di nav vê qanûnê de ser 3 mîlyonî avahî hene. Aşitîya îmarê jî di mirina ewqas kesî de rola herî sereke digre.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê li Amedê di qisedana xwe de ji bo serastkirina avahîyan daxwaza salekê kiribû. Sancar li ser van gotinên Erdogan jî rawstîya û rexnê xwe wiha anî ziman:

“Gelo wê gel ji te nepirse ‘Eva 21 sale te çi kirîye?’ Di nav 21 salan de te tiştê ku nekirîye gelo tuyê di nav saleke çawa çêbibikî? Di van hilweşîna de berpirsê herî mezin desthilatîye, ewê ti carî di vî alî de nikaribe xwe veşêre.”

Sanacar amaje kir ku, piştî erdhejê HDP’ê Navenda Koordînasyonên Hilbijartinê yekser qulipandine ser Koordînasyona Krîzê ya Navendî û 3 hezarî zêdetir kesan jî yekser di qada erdhejê de koordînasyon çêkirine.

Hevserokê HDP’ê ragihand ku di vê naberê de li ser 60 hezarî kesan serî li HDP’ê dane û HDP’ê jî li ser 300 hezarî kesan re ketîye nav têkilîyan, 12 hezar û 322 mexdûrên erdhejê re têkilî çêkirin û jibo wan 617 tirêle û qamyon erzaq şîyandine. Sancar ragihand ku pêwîstîya herî mezin ana bi kon (çadir) heye.

ED_02_14_2022_M_Sancar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:17 0:00

XS
SM
MD
LG