Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) îro Çarşemê bi daxuyanîyekê nivîskî Konferansa Dîyaloga Netewî ya Sûrîyê bi tundî rexne kir ku Sêşemê (25 Sibat 2025) li paytext Şamê ser ser siberoja welat piştî rûxandina Beşar Esad hat darxistin.
MSD ew konferans wek “Konferansa Dîyaloga Netewî “ ya “qaşo“ bi nav kir û got ku bê nûnertîya dadmend ya pêkhateyên Sûrîyê konferansê xizmeta çareserî û hevkarîya netewî ya Sûrîyê de nekirîye.
“Nebûna nûnertîyeke dadmend ya pêkhateyên Sûrîyê, di warê alîyê netewî, civakî û sîyasî ve fîkarên cidî çêdikin. Lezkirina jibo darxistina konferansê bêyî peydakirina bingehên zelal û garantîyên rasteqîn piştrast dike ku ev civîn kêşeyên girîng û siberoja Sûrîyê bi awayekî cidî nade ber xwe. Xuya ye ku ew tenê prosedureke fermî ye, ku xizmeta çareserîyên û hevkarîya netewî nake ku di avakirina Sûrîyê de pêwîst e,“ MSD got.
Konferansa Dîyaloga Netewî ya Sûrîyê bi biryara serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şera hat darxistin ku serhildayên bi pêşengîya koma wî Heyat Tehrîr el-Şam (HTŞ) di 8’ê Berfanbarê de desthilatîya Esad têk biribûn.
Şera di 29’ê Rêbendanê de wek serokê demkî yê Sûrîyê hat dîyar kirin û hikûmeta xwe ya vugûheztinê ragihand ku got wê heya 1’ê Adarê erkdar be.
Şera 11’ê Sibatê 2025’an Komîteya Amadekar ya Konferansa Dîyaloga Netewî ya Sûrîye ava kir û got ku wê encamên konferansê bibe bingeha qanûna bingehîn ya Sûrîyê.
MSD’ê bi bîr xist ku wê berê jî li ser şewaz û awayê avakirin, rêgez û daxuyanîyên Komîteya Amadekar nerazîbûna xwe dîyar kiribû.
“Darxistina vê konferansê berdewamîya nêzîkatîya dervehiştin û paşguhkirinê ye, ku bi dehan salan e ku serwerîya qada sîyasî ya welat rdikir, “MSD got.
MSD bal kişand ku pêbawerîya desthilata Şamê bi rêbazên kevn yên têkçûyî ku rejîma Esad bikar dianî, balkaş e.
“Ev şewazana rêbazan serdestîya biryarên sîyasî û û dervehiştina pêkhate û hêzên neteweyî yên bi bandor dihewîne. Nêzîktîyeke bi vî awayî ewê tenê nakokîyên di nava welat de kûrtir bike û hemû derfetên jibo serketina pêvajoya veguhêz asteng bike,“ MSD got.
MSD bang li revebirîya Şera kir ku demûdest, dev ji van rêbazên otorîter berde û jibo avakirina qonaxeke veguhêz ya hevseng ku vîna gelê Sûrîyê nîşan bide.
“Dîyalogeke watedar, rasteqîn û berfireh pêwîst e. Divê ev yek ji dûrî yekdestdarîya sîyasî û dervehiştina ji peyvajoyê biryargirtinê pêk were. Armanc divê li ser bingeha hemwelatîbûna avakirina dewleteke wekhev demokratîk, piralî û nenavendî be,“ MSD got.
35 partîyên Kurd yên li herema bakûr û rojhilata Sûrîyê jî roja Sêşemê awayê darxistina Konferansa Dîyaloga Netewî bi daxuyanîyekê hevbeş şermezar û rexne kirin.
Jêder: MSD