Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokên MSD yên Nû Kî Ne?


Hevserokên MSDê yên Nû Leyla Qereman û Mehmûd El-Meslet
Hevserokên MSDê yên Nû Leyla Qereman û Mehmûd El-Meslet

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) vê hefteyê di kongreya xwe ya 4'an de li bajarê Reqayê, du hevserokên nû hilbijartin. Ew jî Leyla Qereman û Mehmûd El-Meslet in.

Piştî encamên kongreyê, li ser medyaya civakî hin bertek derheqê hevserokê nû El-Meslet de hebûn, ku nêzîkî Tirkîyê ye û wêneya xwe bi Erdogan re parve kiriye.

Derbarê vê yekê, nûnera MSD'ê li Washingtonê Sînem Mihemed ji Dengê Amerîka re got ku El-Meslet kesekî şareza ye, ji herêmê ye û hoza wî navdar e, herwiha ji mafê her welatîyekî Sûrî ye ku bibe endamê MSD'ê.

Mihemed da zanîn ku ew El-Meslet weke mirovekî jibo berjewenîyên Sûrîyê kar dike dibînin, lê ne piştrast e çiqas ew nêzîkî Tirkîyê ye.

“Eger peywendîyeke wî ligel Tirkîyê hebe, çima na, ku karibe vê peywendîyê bikar bîne û têkeve xizmeta gelê me û Sûrîyê tevahî, di nav de jî Efrîn. Em dikarin peywendîyan jibo gel û welatê xwe çêkin,” nûnera MSD'ê li Washingtonê got.

El-Meslet di axaftina xwe ya di kongireya MSD'ê de helwesta xwe bi van peyvan dîyar kirbû:

“Em hewl didin nêrînên cuda li herêma bakur û rojhilata Sûrîyê nêzîk hev bikin, ez bawer dikim ku Sûrîye welatekî hemûyan be û taybetmendîya her herêmekê bicîh be, herwiha pêwîst e ku MSD'ê beşek ji çareserîya alozîya Sûrîyê be.”

Her di vê derbarê de, rojnamevan Ebdulhelîm Silêman bawer dike ku lidarxistina kongreya MSD'ê di vê demê de pir girîng e, ku di nêrîn û bernameya sîyasî de ti gav paşde ne avêtine, bi taybetî helwesta ji dagîrkirina Tirkîyê ji axa Sûrîyê re.

Silêman li ser destnîşkirina El-Meslet weke hevserok û bertekên ku derketine, dibîne ku peywendîyên wî yên berfire in û bi gelek alîyan re hene, bi taybetî li hundir Amerîka, ku ev dikare têkeve qezenca nêrîna sîyasî ya MSD'ê.

“Ez bawer nakim El-Meslet bereyê MSD'ê biguhere û hîmên serekî di sîyaseta wê de rake yan li dijî wê kar bike, lê berûvajî kesayetî û têkilîyên wî divê têkevin berjewendîya nêrîna MSD'ê,” Silêman got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku danasîna herdu Hevserokan wiha ye:
Leyla Qereman Kurd e ji Efrînê ye sala 1980'yî jidayîk bûye, çalakvana maf û azadîyên jinê ye, di sala 2018an de bûbû endama desteya serokatîya MSD'ê û rêvebira nivîsgeha rêxistinî, herwiha cîgira hevserokên MSD'ê bû.

Dr. Mehmûd El-Meslet jî Ereb e ji hoza El-Cibûr ji Hesekê ye, sala 1967'an jidayîk bûye, 35 salên wî ne ku li Amerîkayê dijî, di warê têkilîyên navdewletî de akademîsyen û şareza ye, û ji destpêka alozîya Sûrîyê de ew di nava opozisyonê de çalak bûye.

Raporta Ser Hevserokên Nû yên MSDê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00
XS
SM
MD
LG