Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD Pêşwazîyê li Biryara Amerîkî ya Sizakirina Du Komên Çekdar Dike


Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) pêşwazî li biryara Amerîkî ya sizakirina du mîlîşyayên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê, kir.

Di daxuyanîyeke tayebt de jibo Dengê Amerîka, nûnera MSDê li Washingtonê Sînem Mihemed spasîya Rêvebirîya Amerîkî li ser vê biryarê kir û dîyar kir ku,

“Me gelek belge ji Rêvebirîya Amerîkî re şandibûn derbarê kiryar û binpêkirinên komên çekdar li Efrînê, sepandina sizayan li ser van koman di vê demê de pir girîng e daku binpêkirin werin rawestindin”.

Wezareta Xezîneya Amerîkî roja Pêncşemê siza li ser du komên çekdar yên di nava “Artêşa Niştîmanî” ya opozisyona Sûrî de û rêberên wan, sepandin, jiber gelek sûc û binpêkirinên giran ji mafên mirov re li herêma Efrînê li bakurê Sûrîyê.

Di biryara sizayên Amerîkî de tê gotin ku mîlîşyaya “Lîwa Sulêman Şah anku EL-Emşat” li herêma Efrînê şênîyên Kurd bi revandin destdirêjî, û binpêkirinên din dike armanc, da ku ew neçarî destberdana ji malên xwe bibin.

Herwiha mîlîşyaya “Firqeya El-Hemzê anku El-Hemzat” bi revandin, êşkencekirin, dizîna xanûberan tê tawanbar kirin, ku ev kom sivîlan demên dirêj zindan dike jibo destxistina pereyan, herwiha girtîyên di zindanên wê de rastî destdirêjîyê tên.

Sînem Mihemed - Nûnera MSDê li Washington
Sînem Mihemed - Nûnera MSDê li Washington

Sînem Mihemd dîyar dike ku tawanên li Efrînê diqewimin sûcên şer in û siza tenê têrê nake, ku koma çekdar “Ehrar El-Şerqîyê” jî sala 2021an ji alîyê Amerîka ve hatibû siza kirin, lê ev kom di kiryarên xwe de berdewam dike.
“Jibo dadmendîyê û mafên malbatên qurbanîyan ji gelê Efrînê, divê sûcdar werin dadgeh kirin, herwiha ev komên çekdar divê ji Efrînê werin derxistin, daku aramî û aştî vegere herêmê”, Mihemed got.

Hêjayî gotinê ye ku gelek rêxistinên mafên mirov yên Navdewletî û Sûrî, dîyar dikin ku Tirkîyê weke hêza dagirker li herêmê û komên çekdar yên pêre, jiber sûc û binpêkirinên berfireh ku li Efrînê diqewimin berpirsyar in.

Rêvebira Rêxistina Lêlûn ya Qurbanîyan Lonjîn Ebdo, ku du salan di zindanên “El-Hemzat” û komên çekdar yên din de mabû, got ku, biryara Amerîkî ya sizakirina du komên çekdar dereng maye lê dîsa jî erênî ye.

Lonjîn Ebdo
Lonjîn Ebdo

“Ji 5 salan de komên çekdar li Efrînê mafên mirov binpê dikin. Ez hêvîdar im di paşerojê de hemû komêm çekdar werin siza kirin ne tenê ev her du kom, herwiha jiber sûcên li dijî sivîlan dikin divê werin dadgeh kirin”, Ebdo got.

Wezareta Derve ya Amerîka jî bi daxuyanîyekê ragihand ku biryara sizyan pabendbûna Amerîka bi lêpirsîna sûcdarên binpêkirina mafên mirovan û dadmendîya jibo qurbanîyan li Sûriyê, xuya dike.

Wezartê da zanîn ku Amerîka dê ligel hevalbend û hevkarên xwe piştgirîya bênavber jibo rêzgirtina ji rûmet û mafên mirov yên hemû Sûriyan re, berdewam bike.

Raporta Efrîn_NR_08_18_2023_Sizayên_Amerîkî_Komên_Çekdar.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00
XS
SM
MD
LG