Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikmet Hebîb: Lihevhatin Çêbûye Û Amerîkîyên Sivîl Û Leşker ji Sûriyê Vedikişin


Roja Yekşemê hin, ajansan û berpirsên Kurd yên Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê û HSD'ê dabûn xwe yakirin ku wan lihevhatinek li gel rejîma Sûrî çêkitye bi armanca ku Leşkerê Niştîmanî ya Sûrî bihê ser sinoran û herêmên sinorî ji êrîşên Tirkiyê bi parêze.

Derbarê hûrgiliyên lihevhatina di navbera Kurdan û rejîma Sûrî de Dengê Amerîka hevpeyînek taybet li gel Cîgirê Serokê Rêveber yê Meclisa Sûriya Demokrat MSDê Hikmet Hebîb encam da.

Hikmet Habîb got"Belê lihevhatin di navbera hikûmeta Sûrî û Meclisa Sûrya Demokrat MSD'ê û Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriy de pêkhatîye. Ev li hevhatinek leşkerî û parastina sinore".

Hikmet herwiha dibêje"bi rastî jî hin hêzên leşkerê Sûrî li hin cihan li gel Hêzên Sûriya Demokrat li ser sinor belav bûne, li hin ciyên weke Til Temir, Kobanê belav bûne".

Hikmet Habîb derbarê kanê lihevhatin bi navbeynkarîya aliyê siyan yan aliyek navnetewî pêkhatîye? Hikemt got"Lihevhatin bi navgînîya Rûsya pêkahtîye bi armanca leşkerên Sûrî bihên hind xalan ji Minbicê heta ser sinorê îraqê li Dêrkê (Al Kemalîye).

Derbarê kanê hêzên Amerîkî di çi rewiş dane û ji cihên xwe vekişandine, Hikmet dibêje"Belê hêzên Amerîkî ji gelek xalan xwe vekişand, ji xwe berî niha ji xalên ser sinor yên herêmên kêmkirina nakokîyan xwe vekişand bû, dohî êvarî jî xwe ji Eyin Îsa vekişand, hin hêzên wan yên şeklî mane,niha jî kesên Dîplomasî û sivîl yên di saziyên navnetewî de kar dikin ber bi Kurdistana Îraqê ve diçin". Weke Hikmet Hebîb dibêje.

Hikmet Hebîb
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00


XS
SM
MD
LG