Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD ji Fransa Dixwaze ku Roleke Aktîftir li Bakurê Sûrîyê Bilîze


Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD), piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna ji Sûrîyê, dest bi serdana welatên cîhanê kir û hevserokên wê Rîyad Dîrar û Îlham Ahmed niha li Fransa ne.

Şandeya MSD’ê li Fransa ligel şêwirmendên seroktîya Fransî û berpirsên wezareta derve hevdtîtin pêk anî.

Riyad Dîrar ji Dengê Amerîka re got ku wan hevdîtin bi şêwermendên seroktîya Fransa re çêkiriye û li ser mijarên vekişandina hêzên Amerîka ji bakurê Sûrîyê axifîne.

“Me valahîya ku piştî vekişandina hêzên Amerîka çêbe, bi karbidestên Fransî re nîqaş kir. Em hewil didin ku derîyên nû bidin vekirin da ku ew valahî were tijê kirin.”

Dîrar herwiha da zanîn ku wan bal kişand ser gefên Tirîykî yên ser bakurê Sûrîyê û ji Fransa daxwaz kir ku roleke serekî di parastina herêmê de bilîze.

Di preskonferansa li Fransa de, hevserokên MSD’ê daxwaza danana herêma bêfirîn li esmana bakurê Sûrîyê kiribû da ku herêmên bin kontrola wan ji êrîşên esmanî biparêzin.

Tevî daxuyanîya Trump ku DAIŞ hatiye têk birin, Dîrar piştrast kir ku têkoşîna wan ya dijî terorê berdewam dike û ew rê nedin ku careke din DAIŞ bi hêz bibe.

ZO_12_25_2018_MSD
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00

XS
SM
MD
LG