Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD Hazirîya Darxistina Kongreya Netewî Dike


Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD), piştî darxistina 13 komcivînên ser asta bakur û rojhilata Sûrîyê, amadekarîyên darxistina kongreyeke netewî dike.

Cîgirê desteya seroktîya MSD’ê Hikmet Hebîb got ku amadekarî tê kirin ku di dawîya vê mehê de kongre were darxistin ku hemî şênîyê bakur û rojhilata Sûrîyê beşdarî bike.

“Armanca vê kongreyê pêşxistna kar û barê Rêvebirîya Xweser û Meclîsa Sûrîya Demokratîk e. Hemû alîyên sîyasî û netewî jibo pêşxistina tevlîbûnê nava rêvebirîyê û MSD’ê dikarin beşdarî kongreyê bibin. Bi taybet di vê qonaxa hestîyar de ku herêm di bin gefên Turkîyê de ye".

Hebîb dîyar kir ku jibo parastina destketinan divê Rêvebirîya Xweser nûnertîya hemî alîyan bike.

"Ti xêzên sor li ba me tunene. Tenê kesên ku destê wan di rijandina xwîna miletê Sûrî de nebe. Ji bilî wê em amade ne ku dîyalogê bi hemî alîyan re bikin".

Li gor nerîna sîyasetvanan armanca MSD’ê ji darxistina vê kongreyê peydakirina rêyeke berfireh ya civandina hemû alîyên Sûrî ye.

Cîgirê Sekerterê Partîya Yekîtîya Demokratîk a Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) Mustefa Meşayîx got ku MSD jibo dîyaloga çareserkirina rewşa Sûrî dikare gelek alîyan bîne ba hev.

"10 salan civaka navdewletî bi xemsarî li alozîya Sûrî dimeyzîne lewra MSD ji hemî hêzên din yên Sûrî wek hêzeke sîyasî xwedî erk e ku hêzên opozîsyonê bicivîne û dîyaloga navxweyî bimeşîne".

Meşayî îdia kir ku gelek hêzên ku destwerdana alozîya Sûrî kirine naxwazin pirsgirêkên Sûrîyê çareser bibin.

Hêjayî birxistinê ye ku MSD’ê ji 11'ê Îlonê vir ve dest bi darxistina komxebatên herêmî kirîye ku kongreyeke netewî li dar bixe û tê de mijarên sîyasî, leşkerî, xizmetkarî gotûbêj bike.

Li alîyekî din, hat zanîn ku ENKS di vê kongreyê de beşdar nebe û bêhtirî carekê ENKS beşdarbûna xwe di Rêvebirîya Xweser de bi serketina dîyaloga bi PYNK’ê re girêdide.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00


XS
SM
MD
LG