Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD Bersîva Daxuyanîyên Welîd Mualîm Dide


Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm got ku ne pêkan e hikûmeta wî dest ji herêmên rojhilat yên dewlemenda petrolê berde ku niha di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ne.

“Piştî ku pirsgirêka Îdlibê çareser be, alîyê rojhilat ya Çemê Firatê wê bibe armanca nû ya hikûmeta me. Divê HSD di demeke kin de biryar bide ku ew çi dixwaze. Divê ew dest jî xewna sîstemeke federalî berdin jiber ku em bi biryar in ku hemî axa welêt bîne bin kontrola xwe.”

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ku nûnera sîyasî ya HSD’ê ye, bi daxuyanîyeke nivîskî bersîva Mualim da.

Berdevkê MSD’ê Emced Osman got ku nerînên teng yên rejîma Sûrî sedema têkçûna danûstandinan e.

“Helwesta Welîd Mualim piştrast dike ku di bin sîya destûra Sûrî de em û hikûmeta Sûrî nikarin bigehejin çarserîyekê. Qanûna bingehîn ya Sûrî, sedema krîza Sûrîyê ye.”

Hevserokê MSD’ê Rîyad Dîrar jî ji Dengê Amarîka re ragihand ku projeya Bakur û Rojhilata Sûrîyê projeyeke demokratîk e û Sûrîyê ji perçebûnê diparêze.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Sûrî çendîn car e gefan li Kurdan dike û dixwaze herêmên bin kotrola xwe vegerîne bin desthilata xwe.

ZO_10_16_2018_MSD_Mualim
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00

XS
SM
MD
LG