Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD ji Alîkarîya Diravî ya Washingtonê Dilgeş E


Syrian Democratic Council (SDC)
Syrian Democratic Council (SDC)

Nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê Sînem Mihemed dilgeşîya xwe ya ser biryara alîkarîya rêvebirîya Amerîkî dîyar kir.

Sînem Mihemed
Sînem Mihemed

Mihemed ji Dengê Amerîka re got ku ew spasîya Serokê Amerîka Joe Biden dikin ku biryara Peymana Destûrdana Berevanî ya Netewî (NDAA) îmza kir.

"Em ji Serokê Amerîka Biden re spas dikin. Rêvebirîya Biden û Kongresa Amerîkî bi zelalî rola girîng ya HSD'ê ya dijî DAIŞ'ê nîşan dide û dîyar dike ku Leşkerîya Amerîkî bi berdewamî hekarîyê bi HSD'ê re bimeşîne. MSD hevkarîya ewlekarî ya bi rêvebirîya Amerîkî hêja dibîne."

Mihemed geşbînîya xwe dîyar kir ku ewê li ser bingeha berjewendîyên dualî yên ewlekarîyê, bi domdarî ligel rêvebirîya Amerîkî bixebirin,

Piştî ku Serokê Amerîk Joe Biden Peymana Destûrdana Berevanî ya Netewî (NDAA) îmza kiribû ew peyman bi fermî bûbû qanûn ku jibo sala nû 770 mîlyar dolar dirav bo berwvanîyê vediqetîne.

Di nava NDAA de jibo hêzên Kurdî yên li Îraq û Sûrîyê ku dijî DAIŞ’ê şer dikin, diravên mezin hatibûn veqetandin û bo pêşmergeyên Herêma Kurdistana Îraqê 260 mîlyon û bo HSD û hêza Maghawir al-Thawra li Sûrîyê jî 177 mîlyon dolar hatibûn danîn.

Dîsa, cara yekê ye ku jibo hêzên Kurdan dron û maskên gaza kîmyayî jî têne pêşkêş kirin.

XS
SM
MD
LG