Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD'ê li Misirê bi Yekîtîya Erebî re Civî


Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Dewletên Erebî Husam Zekî roja Pênçşemê li Qahîreya paytexta Misirê pêşwazî li nûnerê Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo kir.

Dîbo ji Dengê Amerîka re got ku diu civînê de nerîna MSD’ê ya derbarê çareserkirina krîza Sûrîyê, projeya Rêvebirîya Xweser û rola HSD’ê di şerê dijî DAIŞê de hat gotûbêj kirin.

Dîbo da zanîn ku mijara civnê metirsîyên ser herêmê û welatên Erebî, taybet gefên Tirkîyê û destdanîna ser Efrîn, Girêsipî û Serêkanîyê û rola Yekîtîya Erebî bi berfirehî hat nîqaş kirin.

"Yekîtîya Erebî derbarê dagirkirina artêşa Tirkî ya axa welatên derdorê xwe û heya Lîbya, xwedîyê helwestên erênî ye û dijî kiryarên Tirkîyê ye. Civîna me ya li Qahîreyê di naskirina rola niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê ya warê parastina axa Sûrîyê erênî û giring e.”

Dîbo dîyar kir ku di civînê de her du alî hevbîr bûn ku hevdîtin û têkilîyên navbera MSD'ê û welatên Ereban berdewam bikin.

“Sebah bi pêgirî ser piştevanîya Yekîtîya Erebî ya jibo oposizyona netewî ya Sûrî bo çareserîya sîyasî ya gor biryarên rewa yên navdewletî kir. Me jî doza piştevanîya HSD’ê û Rêvebirîya Xweser ji alîyê welatên Ereban kir jiber ku rola HSD’ê û Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji bo parastina Sûrîyê û ji welatên Ereban re giring e."

Hêjaye gotinê ye ku ev ne cara yekê ye ku MSD ligel berpirsên Yekîtîya Erebî dicive. Berî niha seroka desteya rêvebir ya MSD’ê Îlham Ehmed û hevserokê MSD’ê Rîyad Dîrar bi sekretêrê giştî yê Yekîtîya Erebî civîbûn.

Hin çavderên sîyasî pêşbînî dikin ku piştî rola Tirkjîyê ya nav axa Lîbyayê, wê peywendîyên navbera Kurdên Sûrîyê û welatên Erebî nêzîktir be.

ZO_17_7_2020_MSD_Yekîtîya_Erebî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG