Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorên Bê Sînor Daxwaza Vekolîna Ser Êrîşa Nexweşxaneya Xwe Dike


Piştî ku nexweşxaneya rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) li bajarê Kunduz ya Afganistanê bû armanca êrîşeke esmanî, niha rêxistina navnetewî daxwaza vekolînekê derbarê vê bûyera kujer dike.

Di êrîşa ku hefteya borî de pêk hat, 19 kes hatin kuştin. 12 ji wan karmendên rêxistinê bûn û yên mayî nexweş bûn.

Hîn jî ne zelal e kîjan alî berpirsê vê êrîşa esmanî ye, lê MSF dibêje, hemû nîşan dîyar dikin ku koalisyona navnetewî ev êrîş pêk anîye.

Wezîrê Berevanîya Amerîka, Ashton Carter dibêje, vekolînek derbarê bûyer hatîye destpêkirin da were zanîn eger êrîş ji alîyê firokeyeke şer ya Amerîka be.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistina Talîban bajarê Kunduz berî êrîşa esmanî bi sê rojan kontrol kiribû. Ev cara yekê ye ji 2001ê ve ku Talîban bajarekî mezin li Afganistanê kontrol dike.

XS
SM
MD
LG