Rêberê Misirî Husnî Mubarek ku roja Îniyê karvekaşana xwe day piştî 30 salan li ser desthelatê, hindek pesna wî diden ku Misir li serdemê desthelata wî ya tena bû, belê hindekêt dî dibêjin ew tenahî gelek giran li ser wan rawesta.
Qumandarê berê yê hêzêt hewayî yê 82 salî, li sala 1981 serokatî li Misirê wergirt, piştî mîlîtanan serokê berî wî Enwer Sadat kuştî. Rêzdar Mubarek cêgirê rêzdar Sadatî bû demê teqe lê hatiye kirin û hatiye kuştin li Qahîre. Ew bi xwe ji 6 bizavêt kuştinê rizgar bû ye.
Li jêr desthelata wî Misir berdewam bû li ser aştiyê digel Israîlê û têkeliyêt nêzîk digel welatêt Rojavayê berdewam kirin. Hikûmeta rêzdar Mubarek hevalbendeka serekîya Amerîka bû di bizavêt ku di hatine kirin bo kiryara aştiyê navbera Israîlê û Felestîniyan. Her wesa welatêt rojavayê piştevaniya wî dikir di şerê dijî tundrêyêt Îslamî da.
Li Misirê bixwe rêbazêt Serok Mubarek cêhê nerazîbûna gelek kesan bûn. Wî welat li jêr qanona destûdarê tengaviyan hêla bû ku binaxetirîn mafêt mirovan vebir kir bûn û desthelata girtinê dabû polîsan.