Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mueller: Ti Delîla ku Nîşan Dide Trump û Rûsya Hevkarî Kiriye Tune


Robert Mueller û Donald Trump.
Robert Mueller û Donald Trump.

Kurteya rapora dozgerê taybet Robert Mueller, ku ser îdiayên maytekirina Rûsya ya bo hilbijartinên Amerîka yên sala 2016’an vekolîn dikir, ji Kongresê re hat pêşkeş kirn.

Mueller di raporê de da zanîn ku derbarê hevkarîya Serokê Amerîka Donald Trump û Rûsya ti delîl tune û Trump tawanbar nekir.

Wezîrê Dadê yê Amerîka Willam Barr ser raporê got ku ‘’Rapor, serok tawanbar nake lê wî pak jî raber nabe’’

Barr dîyar kir ku di raporê de ti encama dide zanîn ku ‘’Trump bi awayekî neqanûnî dadmendî asteng nekiriye’’ bi dest neketiye.

Vekolîna ser îdiayên maytekirina Rûsya li hilbijartinên Amerîka du salan dom kiribû.

Di vê vekolînê de dijî 34 kesan, ku 6 ji van di kempeyna hilbijartinê ya Donald Trump de cîh girtibûn, îdianame hatibû hazir kirin.

XS
SM
MD
LG