Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muharrem Înce: Kêşeya Kurdan dê Li Parlamentoyê Çareser Bibe


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce di kanala CNN Turkê de da zanîn ku ser parêzbendîya parlamenteran ew û partîiya xwe wek hevdu nefikirîne û dîyar kir ku ger parêzbendîya nehata rakirin ewê Selahattîn Demîrtaş neketa hepsê.

Înce da zanîn ku siyasetvanan heta niha nexwestiye ku ji dil kêşeya Kurdan çareser bikin.

‘’Em dê zarokên xwe hînî Tirkî, ku zimanê fermî ye, bikin. Ya duduyan, em dê zimanên wan yên zikmakî jî hînî wan bikin. Ya sisêyan, em dê zimanekî navneteweyî bielimînin.’’

Înce da zanîn ku ew dê ji 81 mîlyon însan pirs kin ku ka ew dixwazin tev bijîn ya ji hevdu cuda bijîn.

Berbijarê CHP’ê dîyar kir ku dê kêşeya kurdan li parlamentoya were çareser kirin û got ku ewê bo yekê kanalekê vekin û ger pêwîst be û ewê bi salan li ser vê mijarê biaxifin.

XS
SM
MD
LG