Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Muhendîs Dijî Êrîşên Amerîkî Gefa Bersîvdana Tund Dike


Çekdarên Ketayîb Hîzbulah

Qumandarê bilind yê Heşda Şaabî Ebu Cemal Cafer Îbrahîmî ku wek Mehdi el-Muhendîs tê zanîn, îro Duşemê gefan li Amerîka kir ku ewê dijî êrîşên wê yên esmanî bersîvdaneke tund bidin.

“Xûna şehîdan wê li erdê nemîne û bersîvdana me ya dijî hêzên Amerîkî li Îraqê dê gelek tund be,”el- Muhendîs îro got.

Heşda Şaabî ku Muhendîs fermandarî li wê dike, ji çekdarên Şîa pêk tê û di dema dawî de bi fermî bûbû beşeke artêşa Îraqê.

Muhendîs herwiha li Îraqê yek jî hevalbendên herî nêzîk yê Îranê ye û wî berê jî rêbertîya hêza Ketayîb Hîzbulah dikir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di êrîşên esmanî yên Amerîkî yên dijî hêza Ketayîb Hîzbulah de herî kêm 25 kes li Îraqê û Sûrîyê hatibûn kuştin, piştî ku karmendekî Amerîkî di êrîşeke roketî de li bingeheke leşkerî ya Îraqê hatibû kuştin.

Karbidestên Îraqî ragihandibû ku xencî şervanên mîlîşayan, herwiha 55 kesên din jî di sê êrîşên esmanî Amerîkî de birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG