Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport Dibêjin Amerîkîyekî din li Sûrîyê Hatiye Kuştin


Hemwelatîyekî Amerîkî ku jibo DAÎŞ şer dikir, tê ragihandin ku, li Sûrîyê hatiye kuştin.

Televîzyona KSMP li bajarê Minneapolis dide zanîn ku navê hemwelatîyê Amerîkî Abdirahmaan Muhumed e ku bi esla xwe Somalî ye.

KSMP radigihîne ku Muhumed mala xwe paş de helaye û çûye derve ku jibo DAÎŞ şer bike.

KSMP herwiha radigihîne ku Muhumed û Douglas McCain yê 33 salî ku ji heman bajar e, di heman şer de li Sûrîyê hatine kuştin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, ew vekolîna xwe didomînin ku kuştina Muhumed piştrast bikin.

XS
SM
MD
LG