Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Ewlekarî ya Munîhê ya 56’an Destpê Kir


Konferansa Ewlekarî ya Munîhê ya 56’an îro Înê destpê kir.

40 serokên dewlet û hikûmetan û nêzî 100 wezîrên derve û wezîrên berevanî beşdarî konferansê dibin.

Mijara konferansa îsal ‘’westlessness’’ e ku dîplomat dê ser babetên wek
nasnameya hevbeş, siberoja Yekîtîya Ewrupa (YE) danûstandinan bikin.

Serokê Konferansê Ewlekarî ya Munîhê Wolfgang Ischinger dîyar kir ku ‘’cîhan roj bi roj ji nirxên rojavayî’’ dûr dikeve û da zanîn ku jiber kêşeyên ser wekhevî, azadîya fikir û medya, partîyên rastgirên tundrê xurttir dibin.

Ji Amerîka, Wezîrê Derve Mike Pompeo, Wezîrê Berevanî Mark Esper û Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dê beşdarî konferansê bibin.

Hêjayî balkişandinê ye, Koreya Bakur cara pêşî vê konferansê hatiye vexwendin.

Ischinger dîyar kir ku Amerîka û Koreya Bakur ji alîyê dîplomatîk ve nêzî hev bûne û jiber wê ew beşdarbûna Koreya Bakur wek kêşe nabînin.

Konferansa Ewlekarî ya Munîhê ji 1963’yan vir ve di hefteya duduyan ya meha Sibatê de li dar dikeve.

Îsal jî dijî konferansê protesto çêdibin. Karbidest didin zanîn ku îsal 4000 polîs bo ewlekarîya konferansê kar dikin.

XS
SM
MD
LG