Wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya, Frensa û Almanyayê roja Şemiyê nîgeraniya xwe li ser kûrbûna hevkariyê di navbera Rûsya û Îranê de anîn ziman, bi taybetî li çêkera dronên ku rojava dibêje Moskow li Ukraynayê bi cih dike.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchê de bi Catherine Colonna ya Fransa, Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock û hevtayê xwe yê Brîtanya James Cleverly re civiya.
Peyvdarê Blinken di daxuyaniyekê de got: "Wan nîgeraniyên xwe li ser kûrbûna hevkariyên leşkerî yên dualî di navbera Îran û Rûsyayê de, û bandorên wê li ser ewlehî û aramiya navçeyê û derveyî wê gotûbêj kirin".
Wî got,"Wan nîgeraniya xwe li ser berfirekirina navokî ya Îranê û nebûna hevkariya wê bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re tekez kir, û bang li Îranê kir ku ji riya xwe vegere."
Danûstandinên li ser sîyaseta navokî ya nakok a Tehranê bi rojava re bi mebesta nûvejandina peymaneke girîng, ev çend meh in di sarbûnekê de ne.
Di konferansa Munchê de ku serokên cîhanê jî tê de beşdarbûn, êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di rojeva sereke de ye.
Çavkanî: AFP