Medyaya Almanya radigihîne ku li Munîhê maşîneyekê ajotiye ser komeke mirovan.
Li gor agahîyên pêşî di bûyerê de, ku li Qada Stiglmaier çêbûye, bi kêmî ve 20 kes birîndar bûne.
Jêderên saxlemî dîyar dikin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Karbidestên ewlekarî radigihînin ku ajovanê berguman hatiye desteser kirin.
Ser paşxaneya bûyerê hîn ti agahî nehatiye dayîn.
Bajarvanê Munîhê Dieter Reiter dîyar kir ku di nav birîndaran de zarok jî hene.
Reiter got ku ew ser bûyerê şok bûye û dîyar kir ku ew jibo birîndaran ketiye fikaran.
Jêder: Reuters, AFP