Karbidestên Almanî îro Çarşemê dîyar kirin ku li bajarê Munîhê bombeyekî firokî ya kevin li pireke nêzî îstasyona trenê ya sereke,peqîyaye.
Polîsê bajêr li ser Twitterê ragihand ku di encama peqînê de 3 kes birîndar ku rewşa yek ji wan giran e.
Hevdem, polîsan da zanîn ku peqîn di dema karê sondajê ya di qada çêkirina avahîyeke de, qewimîye û herêma xeter hatiye dorpêç kirin.
“Li derveyî vê herêmê ti xeterî tuneye," polîsan got.
Sazîya xizmetên hesinî ya Almanya Deutsche Bahn ragihand ku ji ber peqînê, rewîtîya bi trenê hatiye rawestandin.
Dîyar nebû kînga trafîka rêya hesinî dikare jinûve destpê bike.
Li Almanya 70 sal piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyê, hîn jî salane zêdetirî 2.000 ton bombeyên nepeqandî cebilxane têne dîtin.
Di şerê Cîhanê yê duyê de balafirên şer yên Brîtanî û Amerîkî bi 1.5 mîlyon ton bombe avêtin Almanya û 600.000 kes kuştin.
Karbidest pêşbînî dikin ku ji % 15 bombeyan nepeqiyane, û hinek ji wan 6 metre di bin erdê de mane.