Breaking News

Mûrad Ciwan: Nezelaliya li Sûrîye, li Berjewendiya Rejîma Esed e

Mûrad Ciwan: Nezelaliya li Sûrîye, li Berjewendiya Rejîma Esed e
Mûrad Ciwan: Nezelaliya li Sûrîye, li Berjewendiya Rejîma Esed e

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, çavdêrê siyasî û rojnamevan Mûrad Ciwan rewşa Sûrîye dinirxîne.

Birêz Ciwan di wê bawerê de ye ku nuha alternatîveke demokratîk ji bo rejîma Sûrîye nîye û dibêje, nezelaliya li Sûrîyê heye, li berjewendiya rejîma Beşar El Esed e.

Derbarê rolê Kurdan, birêz Ciwan dibêje, tevgera siyasî ya Kurdî li Sûrîye çend arîşek hene û yek ji wan nebûna yekitiya Kurdan e.

Birêz Ciwan her wiha got, “daxwazên Kurdan û guhertina ku îro cîhan li Sûrîye dixwaze, li hev tên.”

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Ciwan re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG