Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dîsa wek rêberê Partîya Dad û Pêşvebirinê hate destnîşankirin.
Di gotara xwe de li çaremîn kongreya AKP’ê, Erdogan bang li partîyên muxalefet û Kurdan kir ku beşdar bin di çareserkirina pirsgirêka Kurd de.
Şîrovekarê sîyasî û sernivîserê Netkurd, Mûrad Ciwan, dibêje ku serokwezîrê Tirkîyê îradeyek nîşan da jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd, lê belê bername û pêngavên wî jibo vê meselê ne zelal in.
Birêz Ciwan dibêje ku divê Kurd sîyaseteke maqûltir bidin meşandin û divê bibînin ku muxatebê serekî Erdogan û hikûmeta AK Partî ye.
Birêz Ciwan herwiha dibêje ku pêdivîye Kurd rêya dîyalog û rêya çareserkirina meselê bi hikûmeta AK Partî û bi Erdogan re bibînin.