Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mursî: Heta ku Darbe Nayê Zivirandin Îstiqrar Neyê Misirê


Mideast Egypt
Mideast Egypt
Serokê Misirê yê gêrbûyî Mihemed Mursî dibêje, welatê wî dê îstiqrarê nebîne, heta ku darbeya dijî wî bê zivirandin.

Mursî dibêje, divê ew careke din vegere ser desthilatê û kesên ku darbe kirine bêne ceza kirin.

Birêz Mursî îro Çarşemê bi rêka awuqatê xwe nameyek belav kir ku tê de pesna pişgirên xwe da ku dijî darbeya dijî wî bê deng neman.

Mihemed Mursî girtî ye û li benda dadgehkirinê ye ku li ber e 8ê meha yek cîh were.

Tawan li dijî wî hene ku ew bûye sedema kuştina hemwelatîyan û qewimîna tundûtûjî li Misirê.
XS
SM
MD
LG