Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Leşkerî: Êrîşa Hevdij ya Daiş'ê li Mûsil Hatiye Bersivdan


Arşîv
Arşîv

Berpirsekî leşkerê Îraqê roja Çarşemê ragihand ku hêzên wan l inavenda bajarê Mûsil şevê din, bersivek tund daye êrîşa çekdarên Daiş'ê bû ser avahiyê sereke yê hikûmî, ku doh hêzên Îraqê ji dest çekdarên Daişê deranî bû.

Lîwa Alî Kazim Allamî ji belîka pêncan ya polîsên fedral li nêzîkî cihê êrîş pêkhatî gote ajansa Reuters, çekdarên Daiş'ê çendîn otombîlên bombekirî di êrîşê da bikar anî bûn.

Lîwa Allamî dîsan dibêje niha hêzên Îraqê dixwaze taxên Dewase ya navxwe û ya derve herweha taxê "Nebî Şît" kontrol bike û wan herêman ji çekdarên Daiş'ê paqij bike.

Doh berpirsên leşkerê Îraqê dabûn xûyakirin ku hêzeke bersivdana lezgîn ya hêzên Îraqê gihane navenda avahiyên hikûmetê, şaxê Banka navendî û Mûzexaneya bajêr.

Berpirsan dan zanîn ku piraniya çekdarên Daiş'ê yên di êrîşê de beşdar bûne, ji çekdarên herêmî bûn û hijmarek kêm ya çekdarên biyanî di nava wan de hebûn.

XS
SM
MD
LG