Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Rojhilata Mûsilê Pireke Girîng Kontrol Dikin


Iraqi security forces are pictured during a battle with Islamic State militants in western Mosul, Feb. 26, 2017.
Iraqi security forces are pictured during a battle with Islamic State militants in western Mosul, Feb. 26, 2017.

Ajansa Reuters radigihîne ku hêzên Îraqî îro Duşemê pireke zîyandîtî bi dest xist ku dikare leşkerên Îraqî yên li alîyê din yê Çemê Dîclê bigehîne hevdû.

Jêderên Îraqî dîyar dikin ku dema ku ew pir pir were çêkirin, di veguhastina şervanan û alavên pêdivî dikare bê xebitandin û giwaştina ser mîlîtanên DAIŞ’ê jî zêde bike.

Hevdem, leşker û polîsên Îraqî yên bi piştgirîya Amerîka li taxên rojavayê Mûsilê ketine nav pevçûnên kolanî û pêşdeçûna xwe didomînin.

Hêzên Îraqî rojhilata Mûsilê, piştî şerê ku 100 roj dom kir, meha borî rizgar kiribû û hefteya çûyî jî dest bi êrîşên ser taxên rojavayê Çemê Dîclê kiribûn.

Eger hêzên Îraqî DAIŞ’ê li Mûsilê têk bibin, baska Îraqê ya wê rêxistinê, ku Ebû Bekir bexdadî di sala 2014'an de ragihandibû, dirûxînin.

Fermandarê hêzên Amerîkî li Mûsilê ji Reuters re geşbînîya xwe dîyar kir ku di mav şeş mehan de Mûsil û Reqa ji DAIŞ’ê werine rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG