Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Dema Dorpêça Mûsilê Herî Kêm 9000 Sîvîl Hatin Kuştin


AP’ê ragihand ku dema şerê Mûsilê, ku hêzên hikûmetê hewil dida Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji wî bajarî derxîne, di navbera 9,000 û 11,000 sîvîl hatine kuştin.

Lê kuştina sîvîlan ne ji alîyê koalîsyonê ve, ne ji alîyê hikûmeta Îraqê ve, ne jî ji alîyê DAIŞ’ê ve tê qebûl kirin.

AP’ê dîyar kir ku Îraq û hêzên koalîsyonê, dema dorpêça Mûsilê, ku ji Cotmeha 2016’an heta Tîrmeha 2017’an dewam kiribû, bi kêmî ve 3200 sîvîl kuştin.

AP’ê da zanîn ku ji lîsteyên morgan û ji daneyên sazîyên sîvîl giheştine van agahîyan. Ajansê dîyar kir ku Wezareta Saxlemîyê di raporên xwe de bo wan sîvîlên kuştî ‘’heçikandî’’ nivîsîye.

Hêzên koalîsyonê bo vekolîna kuştina sîvîlan kes neşand Mûsilê, lê ragihand ku berpirsê kuştina 326 sîvîlan e.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di meha Mijdarê de ragihandibû ku dema dorpêça Mûsilê 2521 sîvîl hatine kuştin û kujerê 741 kes DAIŞ e.

XS
SM
MD
LG