Dewlemendê teknolojîyê Elon Musk got ku wî par êrîşeke Ukraynê ya dijî Rûsya asteng kiriye.
Musk dîyar kir ku Ukayna ji wî xwestiye ku ew li Deryaya Reş, li nêzî Qirimê înternetê bide Kîevê, lê ew daxwaz red kiriye û nehiştiye ku Kîev êrîşê bibe ser gemîyên Rûsî.
Xizmeta înternetê ya kompanîya Space X ya Musk, Starlink piştî Rûsya di Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, li wî welatî jî hatibû danîn.
‘’Karbidestên hikûmetê xwest ku Starlink demûdest heta Sîvastopolê were aktîf kirin. Armanca eşkere noqîkirina fîloya Rûsî ya rawestî bû.’’
Musk dîyar kir ku ger wî daxwaza Ukrayna qebûl bikira ewê bi awayekî eşkere bûbûya şîrikê şer û gurkirina girjîyê.
Hêjayî balkişandinê ye ku Sîvastopol li Qirimê navenda bingeha fîloya Rûsya ye.
Jêder: AFP