Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Musk Dibêje Prosesa Kirîna Twitterê Cemidîye


Twitter- Elon Musk
Twitter- Elon Musk

Elon Musk îro Înê got ku peymana bi 44 mîlyar dolarî ya bo kirîna Twitter Inc bi demkî hatiye sekinandin jiber ku hûrgilîyên ser hesabên spam û sexte hîn zelal nebûne.

Musk nûçeyeke ajansa Reutersê parve kir ku pêzanînên kesên ji hesabên spam û sexte yên ser Twitterê dahatê qezenc dikin.

Wî ragihand ku peymana bi kompanîya medya civakî re demkî hatiye sekinandin.

Karsazê Amerîkî yê mîlyarder di ragihandina xwe ya ser Twitterê de ti hûrgilîyên din nedan.

"Peymana Twitter bi demkî hate sekinandin, bi sedema ku hûrgilîyên di derbarê yênpiştgirî didin hesabên spam / sexte di rastîyê de tenê ji % 5 kêmtir karîneran temsîl dikin, hîn zelal nebûne," Musk got.

Piştî daxuyanîya Musk ya îro nirxê hîseyên Twitterê di bazirganîya berîya despêkirina kiryarên fermî bazaran ji % 20 daketin.

Twitter, kompanîya medyaya civakî ya herî mezin heya niha ser ragihandina Musk ti daxuyanî eşkere nekiriye.

Kompanîyê di destpêka vê mehê de texmîn kir ku hesabên sexte û spam di çaryeka yekê de ji % 5 kêmtir karîneran pêk tînin.

Twitterê herwiha da zanîn kuheta ku peymana bi Musk re temam be kompanî bi gelek xeterîyan re jî rûbirû ye.

Musk dîyar kiribû ku ger ew bi tevahî bibe xwedîyê Twitterê, karê wî yê yekê hesabên sextebe ku ew jî bûbû sedama nîqaşan ku kompanî wê nikaribe armancên xwe yên ser qezanca reklaman pêk bîne.

Lê, hem daxuyanîya kompanîyê û hem jî nûçeya Reutersê nîşan didin ku hesabên sexte yên ji Twitterê dirav qezenc bikin, ji yên rastîn pir kêmtir in.

Revebirê kompanîya Tesla û mirovê herî dewlemend ê cîhanê, Musk gotibû ku wek medyaya civakî ya her mezinî divê Twitter taybet bimîne ku xurttir be û bibe platformeke axaftina azad.

XS
SM
MD
LG