Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piranîya Musilmanên Amerîkî bi Jîyana Xwe Razî ne


Musilmanên Amerîkî nivêja cejnê dikin.
Musilmanên Amerîkî nivêja cejnê dikin.

Lêkolîneke nû nîşan dide, dema gelek Musilmanên Amerîkî ji çavderî û kontrola hikûmetê gilî dikin, piranîya wan ji jîyanên xwe yên li Amerîkayê razî ne.

Pirsnameya ku ji alîyê Pew Research Center hatiye kirin derxistîye ku 8 ji 10 Musilmanên Amerîkî bi awayekî zêde ji jîyanên xwe kêfxweş in û ji civatên xwe razî ne.

Lê, 52 ji sedê dibêjin, hikûmet jibo şopandin û girtina terorîstan Musilmanan ji xwe re dike armanc. Nêzîkî nîvîya wan kesan dibêjin, jîyana wan piştî êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê dijwartir bûye.

81 ji sedê bersîvdarên pirsnameyê dibêjin, êrîşên xwekuj û tundûtûjî ne rêkên rewa ne û ew piştgirî li kiryarên wiha nakin.

Navenda Lêkolînê ya Pew texmîn dike 2 mîlyon û 750 hezar Misilman li Amerîkayê dijîn.

XS
SM
MD
LG