Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê: Welatê Me Pêdivî bi Mana Hêzên Şerker Yên Amerîka Nemaye


Serokwezîrê Îraqê Mustafa Al-Kazimî
Serokwezîrê Îraqê Mustafa Al-Kazimî

Serokwezîrê Îraqê Mustafa al Kazimi di hevpeyîneke taybet de li gel ajansa AP "Associated Press" berî serdana Amerîka bike di heftiya pêşiya me de, ku tê çaverê kirin dîdarê li gel serokê Amerîka Joe Biden jî encam bide.

Al Kazimî gotiye welatê wan êdî pêwîstî bi mana hêzên Amerîkî nemaye bo şerê li dij rêxistina dewleta Îsalmê DAIŞê. Lê wî gotiye çarçeva cardî belav kirina hêzan dê lii ser encamên danûstandinan be, ku li heftiya pêşiya me, dê bihên encam dan.

Serokwezîr Mustefa Al Kazimî gotiye, hêzên ewlekariya Îraq û arteşa wê dikarin berevaniyê ji welatê xwe bikin bê hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîka.

Herwiha Al Kazimî gotiye lê Îraq dê daxwaz bike ku rahênan kirina leşkerê Îraqê û komkirina pêzanînên Îstîxabarata leşkerî bi Amerîka re dom bike.

Di hevpeyvîna taybet de ya bi AP re, Mustefa Kazimî ku dê destpêka hefteyê serdana Amerîka bike bo encamdana gotûbêjên qunaxa 4an ya diyaloga Stratejî bi Amerîka re gotiye "Pêdivî bi mana ti hêzên biyanî yên şerker li ser axa Îraqê nemaye." Lê hêjî dema dawî ya vekişîna hêzên Amerîkî li Îraqê nehatiye ragihandin.

Serokwezîr Mustefa Al Kazimî rastî givaştina mezin ya partiyên siyasî yên Şîaa mezheb hatiye da ku nexşeya demê ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Îraqê ragihîne, herwiha êrîşên bi mûşekan û dronan ku vê dawiyê li dij mana hêzên Amerîkî yên li Îraqê dom dikin, zêdetir zext xistîye ser hikûmetê, ku bi şêweke berfireh tê dîtin ku milîtanên Îraqî yên hevpeyman li gel Îranê wan êrîşan encam didin.

Dibe ku vekişîna hêzên şerker yên ji Îraqê partiyên siyasî yên Şîa razî bike, ji xwe, mana hêzên Amerîkî li Îraqê bandoreke karîger li ser erdê nemaye, jiber ku karê hêzên şerker yên Amerîka li Îraqê di meha Mijdara sala borî de bidawî hatbû, dema ku Pentagonê hêzên xwe kêmkirîn û tenê 2500 leşker li Îraqê hiştîn, li gurî ku wezîrê derve yê Îraqê Fuad Huseyin gotîye.

Lê piştî 4 salan ji ragihandina jinavbirina DAIŞê li Îraqê, çekdarên wê rêxistinê şiyana encamdan êrîşan li paytextê welat heye, tevgera wan li bakurê Îraqê li herêmên asê heye.

Hefteya borî li paytext Bexda di êrîşekê de li bazarekî qelebalix 30 kes hatbûn kuştin, rêxistina DAIŞê xwe berpirs ji wê êrîşê ragihand bû.


Li aliyek din, ofîsa ragihandinê ya Serwokwezîrê Îraqê di twîtekê de berî demkî yê roja îro Yekşemê daye ragihandin ku Serokwezîr Mustefa Al kazimî tevî şandeke hikûmetê dê bi serdaneke fermî çîte Amerîka ku dê çend rojan vekêşe, ku têkiliyên Amerîka û Îraqê di çendîn wan de, herwiha têkiliyên dualî û berjewendiyên hevbeû dê bin gotûbêj kirin.

XS
SM
MD
LG