Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Derbarê 'Têkdana Tenahiya' Desthilatê li Afganistanê Amerîka Hişyar Dike


FILE - The Taliban's foreign minister, Amir Khan Muttaqi, speaks to the media in Kabul, Afghanistan, Sept. 14, 2021. Muttaqi represented the Taliban in the group's first in-person talks with U.S. officials in Qatar, following the U.S. withdrawal from Afgh
FILE - The Taliban's foreign minister, Amir Khan Muttaqi, speaks to the media in Kabul, Afghanistan, Sept. 14, 2021. Muttaqi represented the Taliban in the group's first in-person talks with U.S. officials in Qatar, following the U.S. withdrawal from Afgh

Talîbanê di yekemîn dîdara rasterast de ya bi şanda Amerîka re li Qeterê piştî derketina hêzên Amerîka ji wî welatî, Amerîka derbarê "têkdana tenahiyê" hişar kir, weke wezîrê derve yê Talîbanê Amir Khan Muttaqi roja Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihandî.

Muttaqî bo ajansa nûçeyan ya "Bakhtar" a diyar kirin ku di civînên dualî de li Doha ligel şanda Amerîkî rûniştîn û got "Me bi zelalî gote wan, têkdana tenahiya hikûmeta Afganistanê di berjewendiya tu aliyan da nîne."

Muttaqî di daxuyaniyek tomarkirî de ku Frans Press (AFP) wergerandiye dibêje, "Têkiliyên baş ligel Talîban bo hemiyan başe, nabe ku tiştekî weha bihê kirin ku bibe sedema lawaz bûna hikûmeta niha ya Afganistanê, ku dê bibin sedem gel rastî pirsgirêkan were."

Ev daxuyaniya Muttaqi di roja yekê ya danûstandinên dualî de hat, yên ku dê du rojan li Doha vekêşin li gel tîma Amerîkî ku bi serokatiya Cîgirê Nûnerê Taybet yê Wezareta Derve ya Amerîka Tom West û berpirsa di asta bilind de ya ajansa Amerîkî ya jibo Geşepêdana Navnetewî Sara Charles pêk tê. Lê ti daxuyaniyek derbarê wan dîdaran ji aliyê Amerîka nehatiye ragihandin.

Talîban li nîva meha Tebaxê kontrola Afganistanê kirbû, di wî çaxî de ku Amerîka perdeya şerê 20 salan li wî welatî daxist, piştî ku hêzên xwe ji wî welatî derxistîn ku dema derxistina hêzên leşkerî û sivîlan de bi rêya esmanî ji wî welatî, kaosek dijwar pêkhatbû.

XS
SM
MD
LG