Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muxtarên ku li Wanê ji Kar Hatine Dûrxistin Çi Difikrin?


Wezareta Navxweyî ya Tirkîye berî çend rojan ragihandibû ku 256 muxtar ji kar hatine derxistin.

Ji van 256 kesan, 16 muxtar ji herema Wanê ne û li cîhê wan qayum (karmendên dewletê) hatine erkdar kirin.

3 muxtarên ku ji kar hatine derxistin, ji Dengê Amerîka re axifîn û nêrînên xwe parve kirin.

Muxtarê taxa Esentepe ya Wanê Ahmet Nanto dibêje ku ew bi neheqî û reşkirinan ji kar hatine dûrxistin.

Muxtarê Taxa Sîpanê Ayhan Komî ji dibêje ku muxtarî jibo demokrasî pengava yekê ye jiber ku muxtar ser navê ti rexîstinan nakevê hilbijartînan û ji hemî kesan deng werdigirin.

“Ji taxa me gelek hilbijer jiber ve neheqîyê bi rîya telefonê peywendî bi min re dikin û xemgînîyên xwe tînin ziman.”

Çetîn Bîlîr, ku muxtarê taxa Şabanîye ye, dibêje ku ew rewşa heyî wek ya sala 1930’an dibine.

“Di wê demê de jî dewlata Tîrk astên revebirîyan ji Kurdan re qedexe kiriye. Îro ji heman rewş berdevam dike. Em ser bilindin ku me ti zarar nedaye gelê xwe. Gelê me peyvîra muxtarîye da me, loma emê heya hilbijartîna 2019’an di nava gel de ji bo wan xizmeta xwe berdevam bikin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG