Muzîkjen û stranbêj Şiyar Ayaz ji bajarê Amedê, albûma xwe ya nû bi navê Xewnger belavkir. Ev Albûm bi şêwazekî nû û taybet hatiye amadekirin ku bi gotinên xwe û awaz û şêwaza cudahiya xwe diyar dike.
Şiyar Ayaz di sala 2012an de beşê Perwerde ya Deng li Konservatuar a Zanîngeh a Ege' yê li Tirkiyê xwendiye,.
Di 2008'an de solo sîngle ( Strana Bitenê) a yekem 'Egîd' weşand.
Single a duyemîn jî strana hunermend İlkay Akkaya 'Çû' wergerand Kurdî û bi şîrova xwe di sala 2020'an de parvekir.
Di deh salên dawî de xebata mamostetiya muzîkê dike.
Hunermend xebata albûma 'Xewnger', bi muzîkjenê muzîka rock a Kurdî û muzîjenê serekî yê Koma Rewşen Harûn Elkî're di Nîsan a 2021'an de destpê kir.
Strana ku di albûmê de jî cîh girtiye 'Karxezalê' gotin û muzîk ya Harûn Elki'ye, û ev stran jî bi şêwazek elektronîk swîng hatiye amadekirin.
Kliba yekemin strana 'Xewnger're hatiye kişandin û albûm navê xwe ji vê stranê girtiye.
Strana 'Rojbûna Te Pîroz Be' gotin û muzîk ya Şiyar Ayaz e. Û ev stran hevjîna wî Melek Meng Ayaz şîrove kiriye.
Her wiha serpêhatiyên hunermend Şiyar di 30 salî de di albûma 'Xewnger' de diyar dibe, ku li gora wî divî sînor di nav çand û keleporan de rabin û muzîk dikare wan sînoran hilîne û jiyanê azad bike û mirovan nêzîkî hev bike.