Hunermendê ciwan Zekeriya Ismaîl li bajarokê Amûdê bi bêdenî zarok û ciwanên Kurdan perwerdeyî muzîkî dike û ev serê çar sala ye ku vê xebatê berdewam dike.
Malbata Zekeriya ji Kurdên Amûdê ye, lê ew ji ber rewşa aborî li bajarê Helebê bicî bibûn û Zekeriya li Helebeê ji dayik bûye.
Piştî ku şerê Sûriye destpê kir Zekeriya û malbata xwe vegeriyan Amûdê û nuha li wir dijîn.
Zekeriya di nav malbatek hezkiriye muzîkê de mezin bû ku bav û biryayê wî li Tembûrê dixistin û ew li ber destên wan fêrî vê amêrê bû, lê wî xwest ku behreya xwe bi zanistî bide pêş ji ber wê yekê li bajarê Helebê ew derbasî pêmangehek taybet ya muzîkê bû û fêrî amîrên din bû bi şêwazek akadimî.
Ev serê çar sala ye ku Zekeriya li bajarê Amûdê zarok û ciwanên bajêr fêrî muzîk û bengehên wê dike , her wiha jî ew amadekariya stranên xwe yên taybet dike ku di nêzîk de albûma xwe belav bike.
Zekeriya dibêje : "Ez bi dilxweşî vî karî dikim, ev erkê min e ku alîkariya bajarê xwe bikim û hêviyê bidim xelkên wê."