Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Helez: Divê Pêşxistina Muzîka Kurdî bi Zanistî Be


Piştî sala 2011'an ve rewşa jiyanê li Sûriyê bi giştî hate guhertin û şerê navxweyî destpê kir, ku bû sedema koçberî û meşextiyek mezin ji welatiyên Sûrî re û her yekî ji wan dest bi jiyanek nû kir li welatên ku lê bicî bûn.

Hunermend Azad Helez yek ji wan kesa ye, ku ji li Almaniya bicih bûye, û li bajarê Bochum navnedek ya muzîkê vekeriye û bi navê Salar Muzîk .

Azad di sala 1996an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Di nav malek hunerî de mezin bû û fêrî muzîk, dîlan û strana kurdî bû.

Di temenê 7 salî de beşdarî komika dîlanê ya Koma Raperîna Qamişlo bû.

Di malê de fêrî tembûrjeniyê bû û xwe li pêşxist di teknîka û şêwazên jenîna tembûrê de.

Berî ku Azad li Almaniya bicî bibe, ew demekê li Tirkiyê û li Herêma Kurdistana Iraqê jî ma, ku bandorek pirr mezin li nerîn, hest û zanistên muzîka wî kir û derfetên pirr hêja dan ber wî ku beşdarî konsertên hunermendên kurd yên naskirî bû.

Azad ji bilî Tembûrê hin amîrên din jî dijene.

Li navneda xwe ya bi navê Salar Muzîk , xelkê fêrî muzîkê dike û amîrên muzîkê jî difroşe.

Beşdarî gellek çalakiyên muzîka biyanî bûye û amadekariya xwe dike bo albuma xwe ya taybet ku wê di sala 2022an de belav bibe.

Deng û Reng-Azad Helez-Mon-02-28-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:59 0:00

XS
SM
MD
LG