Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîral Biro: Rîtim Bingeha Muzîkê Ava Dike


Hunermendê kurd Mîral Biro yek ji hunermendên penaber yên kurde, ku li welatê Austriya (Nemsa) dijî, lê belê bi awayek hunerî dikarîbû xwe pêş bêxe û têkilî civak û çalkiyên wî welatî bibe û cihê xwe di nava hunermendan de bibîne.

Mîral di sala 1993an de ji dayik bûye û wî ji zaroktiya xwe ve ya ku li Serê Kaniyê derbas bû, di bin bandora xalê xwe yê hunermend Mehmûd Berazî de dest bi lêdana Dramsê kir û xwe fêrî ritimê baş kir.

Amîra wî ya serekî defa kurdî bû di dawiyê de dest bi Derbûkê kir ya ku baş cihê xwe di şahî û zemawendên kurdan de girtiyê.

Mîral li kêleka xwendina beşê Abûrnasiyê li zanîngeha Furatê li Hesekê, mûzîk û fêrkirina wê jî birêve bir û bi jimarek ji hunermendên kurdan re muzîk lê daye û afirandiye.

Piştî hatina Mîral welatê Austirya êdî xwe da muzîkê û dest bi xwendina wê kir û bû beşek ji orkêstiraya Rojhilatê li Vienna.

Mîral bi hunermend Seîd Yûsif, Birader, Yenal Tahir û Miço Kendeş û hin hunermdnên din jî muzîka diramsê lê daye.

Ew dibêje ez dixwazim ku hin ritimên kurdî yên resen wek ya Koçerî bi kesên biyanî re bidim nasîn û bikem beşek ji muzîka nûjen.

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:48 0:00

XS
SM
MD
LG