Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemûde Şêx Elî: Dixwazim Muzîka Herêma Efrînê Bi Amêrînê Nû Pêşkêş Bikim


hemûde şêx elî
hemûde şêx elî

Herêma Efrînê ya li bakûrê Sûriyê pirr zengîne bi muzîk û şêwazên xwe yên taybet, ku bi dehan celebên stranan hene û şêwaza dîlan û semayên wê cuda ne. Kurdên Efrînê gellek dengbêjên navdar pêşkêşî kurdan kirine wek Cemîl Horo, Bavê Selah, Elî Tico, Adîk û hinî din.

Hunermend Hemûde Şêx Elî yek ji wan hunermendên Efrînê yên nûhatiyê ye, ku bi dilgermî dixwaze muzîk û şêwaza Efrînê bide pêş û belav bike.

Hemûde li Bajarê Helebê ji dayik bûye.

Di sala 1999an de li navenda muzîkê li Helebê xwendina muzîkê bi dawî kiriye.

Di sala 2010an de bawernameya muzîkê ji kolîca muzîkê ya Helebê stend.

Ji temenekî biçûk ve ew ket nav şahî û zemawendên kurdên Efrîn û Helebê û bi Keybord yan Org hate naskirin.

Ji ber şerê Sûriyê ew ji sala 2012an ve li Stanbulê dijî û li wir karê muzîkê dike û waneyên muzîkê dide zaok û keç û xortan.

Li Stanbulê Hemûde dest bi amêrek nû kir bi navê Melodica ku bi wê bal gellek kişand û beşdarî gellek çalakiyan bû.

Albûmek xwe belav kiriye û li ser hin piojeyên muzîkî kar dike û alîkariya stranbêj û muzêjneên kurd dike û bi taybetî yên ji Efrînê da ku rengekî nû bide şêwaza muzîkê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:38 0:00


please wait

No media source currently available

0:00 0:01:49 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00

XS
SM
MD
LG