Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Myanmarî Daxwaza Berdana Rojnamevanên Reuters’ê Red Kir


Dadgeheke Myanmarî îro Pêncşemê daxwaza berdana bi kefalet ya du rojnamevanên Reuters’ê red kir, ku jibo binpêkirina Qanûna Sirên Fermî (Official Secrets Act) hatibûn girtin.

Wa Lone û Kyaw Soe Oo di 12'ê Berfanbarê de hatibûn girtin, piştî ku du polîsan li xwaringehekê jimareke belge dabûn wan.

Her du rojnamevan jibo şopandina operasyonên tund yên artêşa Myanmarî li Rakhine, ku 700,000 Misilmanên Rohingyayî ji warên xwe sirgun kiribûn, li wê herêmê bûn.

Ger werin sucdar kirin, Wa Lone û Kyaw Soe Oo rûbirûyê cezayê 14 salên zindanê ne.

Serokê Reuters’ê Stephen J. Adler jî bi daxuyanîyekê nerazîbûna xwe li ser biyara dadgehê ragihand û dubare kir ku rojnamevanên wan masûm in.

XS
SM
MD
LG