Li seranserê Myanmar roja Yekşemê bi deh hezaran kes di xwepêşandanên girseyî de derbeya leşkerî ya hefteya borî şermezar kirin û azadkirina seroka hilbijartî Aung San Suu Kyi xwestin.
Di roja duyan ya xwepêşandanên berfireh de, qelebalixa girse ya li bajarê herî mezin, Yangon, bi kincên sor, alên sor û balonên sor, rengê Civata Neteweyî ya Partîya Demokrasîyê (NLD) ya Suu Kyi, meşyan.
Wan dirûşmên weke em dîktatorîya leşkerî naxwazin! Em demokrasîyê dixwazin! bilind kirin.
Ji alîyê din Yekşemê piştî nîvro, desthilatdarîya darbeya leşkerî qedexaya înternetê ya bo rojeke bi dawî kir ku li nav welat û li seranserê cîhanê bûbû sedema rexne û nerazîbûnan.
Papa Francis jî, Yekşemê piştvanîya xwe ya bi gel re dîyar kir û ji rêberên Myanmar xwest ku li hevsengîya "demokratîk" bigerin.
Ajansa Reuters û çavkanîyên din ragihandin ku xwepêşandanên li dehan bajar û navendên li seranserê Myanmar bi gelemperî aştîyane derbaz bûye.
Ji cuntaya li paytext Naypyidaw, di derbarê xwepêşandanên Ykşemê de, ti daxuyanî nehat ragihandin. Herwiha, di televîzyona dewletê de jî behsa xwepêşandanan nehat kirin.
Bêyî hebûna înternetê û agahdarîya kêm ya fermî, rewşa Suu Kyi û kabîneya wê ne zelal e.
Roja Şemîyê agahdarîyek hat belavkirin ku ew hatîye azad kirin ku gelek kes jibo pîrozbahîyê derketin derve. Lê, ev bilez ji hêla parêzerê wê ve hat red kirin.
Suu Kyi ya 75 salî, bi derkirîna 6 alavên radyoyê tê tawanbar kirin û ewê heya 15'ê Sibatê jibo lêpirsînê desteserkirî bimîne. Parêzera wê jî got ku cuntayê destûr neda ye ku ew Kyi'yê bibîne.
Suu Kyi nêzî 15 salane di bin zindankirina li mal de jîyan kir û di vê demê de dijî desthiltdarîya leşkerî ya hema hema bi 50 salan ya li welat tekoşîna xwe domand û herî dawî di 2011'a de li Myanmar jibo derbazbûna demokrasîyê demeke alozdar dest pê kir.
Kyi, di 1991'an de, jibo xebata demokrasîyê Xelata Aştîyê ya Nobelê wergirtibû.
Serfermandarê artêşa Myanmar Min Aung Hlaing bi sedema sextekarîya di hilbijartinên 8'ê Mijdarê de ku partîya Suu Kyi qezenc kiribû, darbe pêk anî. Komîsyona hilbijartinê îdayên sextekarî û neheqî red kir.
Thomas Andrews, raporterê taybet yê N.Y ya Myanmar ragihand ku ji destpêka darbeya artêşê vir ve , pirtirî 160 kes hatine desteser kirin.
Andrews Yekşêmê bi daxuyanîyeke destnîşan kir ku Generalên darbeyê niha hewl didin ku tevgera welatiyan ya berxwedanê felç bikin û bi qutkirina tevahîya înternetê, cîhana derve di tariyê de dihêlin.
"Divê em hemî di dema xeter û hewcedarîya wan de li rex gelê Myanmar bin. Ew tiştek kêmtir heq nakin, ” Andrews got.