Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina 11 Kesan di Protestoyên Dijî Darbeyê Leşkerî de li Myanmar'ê


Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî darbeya leşkerî ya li Myanmar
Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî darbeya leşkerî ya li Myanmar

Li Myanmar piştî darbeya leşkerî ya 1'ê Sibatê alozîyên xeter berdewam dikin. Jêderên sîyasî û bijîşkî, niştecîh û medyayê ragihandin ku di protestoyên roja Yekşemê yên li bajarê Yangon de polîsan bi çekan êrîşî xwepêşandaneran kirin, herî kêm 11 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Polîsan li heremên cuda yên bajarê herî mezin Yangon dijî xwepêşandaneran bombeyên bêserûber, gaza îsotê û piştre jî çek bi kar anîne û herwiha leşkeran jî piştgirî daye polîsan.

Kardînalê katolîk yê yekê yê welat Budîst-Charles Maung Bo, li ser Twitter'ê got: "Myanmar mîna qada şer e".

Hevdem, artêşa Myanmar dîyar kir ku di bûyerên Ykşemê de polîsekî hatîye kuştin.

Televîzyona MRTV ya dewletê ragihand ku di xwepêşandanên roja Şemîyê de 470 kes hatine desteser kirin û li serenserê welat bo girtina aktîvîstan operasyonên girseyî dest pê kiriye. Lê, ne diyar bû ku çend kes roja Yekşemê hatine binçav kirin.

Ajansa Reuters got ku polîs û berdevkê konseya leşkerî ya desthilatdar ya cuntayê bersiv nedane telefonên jibo şîroveyan.

Phil Robertson, cîgirê rêvebirê Asyayê ya Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) li ser bûyeran daxuyanîyeke ragagihand.

" Êrîşa eşkere ya hêzên ewlehîya Myanmar ya li gelek bajar û bajarokan bi kar anîna hêza kujer şermezarîye û nayê qebûl kirin e," Robertson got.

Ji alîyê din televîzyona dewletê roja Şemîyê ragihand ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Myanmar jiber xîyaneta li welêt hatîye dersînor kirin.

Nûner Kyaw Moe Tun, ji NY xwestibû ku her tiştekî bike da ku darbeya leşkerî bide sekinandin.

Artêşa Myanmar 1'ê Sibatê dijî hikûmeta hilbijartî darbeya leşkerî pêk anî û desthilatdarîya welat xiste destên xwe.

Hevdem, artêşê rêberên sîyasî yên bijartî jî desteser kirin.

Artêşa Myanmar bi îdaya hîle û sextekarîyên di hilbijarina Mijdara 2020'an de, tevî xwedîyê xelata Nobelê Aung San Suu Kyi jî rêberên sivîl girtin.

Hevdem, artêşê rewşa awarte ya salekê ragihand. Welatên rojavayî û Amerîka darbe bi tundî şermezar dikin, di heman demê de hin welatên sizayên sînordarî li dij cunta Mynamarê ragihandin. Lê, generalên cuntayê pir goh nadin van zextên dîplomatîk.

Konseya darbeya leşkerî soz daye ku hilbijartinek nû li dar bixin lê demeke dîyar nakin.

XS
SM
MD
LG