Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Myanmar Dijî Suu Kyi Dozên Nû


Aung San Suu Kyi
Aung San Suu Kyi

Tîma parastinê ya seroka daxistî ya Myanmar Aung San Suu Kyi îro Duşemê di derbarê rewşa wê da agahdarîyên nû dîyar kir.

Parêzer Min Min Soe ragihand ku dijî Suu Kyi li doza dadgeha bajarê Mandalay dozeke nû hatiye vekirin û ew bi çar tawanên din tê sûcdar kirin.

Min Soe ji Reuters re got ku tîma parastinê di derbarê hirgûlîyên tawanan de pir agahdarî bi dest nexistine lê, di nava tawanan de gendelî heye.

"Tawanên gendelîyê hene. Em nizanin çima ev doz vekirine? Yan jiber kîjan sedeman? Emê pê zanibin," Min Soe got.

Suu Kyi ya 76 salî bi wê doza nû li sê bajarên cûda ewê were darizandin. Ew ji darbeya leşkerî ya 1'ê Sibatê vir ve, di zindanê de tê ragirtin.

Ew li paytext Naypyitaw bi tawanên derkirîna neqanûnî û binpêkirina pîvanên vîrusa korona, tê dadgeh kirin.

Hevdem, ew li dadgeha bajarê Yangon jî bi binpêkirinên nediyar yên Qanûna Nehînîyên Fermî tê tawanbar kirin ku ribûrûyê 14 sal cezaya girtigehê ye.

Tîma Suu Kyi ya dadmendî tevahîya tawanbarîyan red dike. Berdevkê artêşa Myanmar, Zaw Min Tun di preskonferanseke ya îro de bahsa tawanên nû yên dijî Suu Kyi nekir.

Lê, wî li ser pirsekî di derbarê Suu Kyi de got ku wê dema ku posta civata dewlet hate damezrandin destûr binpê kir

Di bersîva pirsek di derheqê Suu Kyi de, wî got ku wê dema seroktîya civata dewletê hatiye damezrandin Zagona welat binpê kiriye ku posteke di asta navbera serok û cigirên serok ya rêvebirîya Myamar de ye. Ne zelal e ku gelo ew îda di nav tawanên nû de ye yan na.

Suu Kyi ji ber hemwelatîbûna biyanî ya zarok û hevjînê xwe yê rehmetî ji seroktîyê hate qedexekirin.

Wê wek endama meclîsa welat kar dikir û berîya darbeya leşkerî ya ku we daxist û desteser kir mîna seroka Myanmar li ser (de facto) bû.

XS
SM
MD
LG