Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NÇM Careke Din Dest bi Perwerdeya Rûbirû Dike


Navenda Çanda Mezopotamya
Navenda Çanda Mezopotamya

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ku ev 30 sal in jibo pêşxistin û pêşeroja ziman, çand û hunera Kurdan û gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn xebatan bi rê ve dibe, NÇM’ê piştî navbereke dirêj dîsa dest bi qursên perwerdeya rûbirû kir.

NÇM di 27’ê Îlon’a 1991’ê de li Stenbolê ji alîyê komek rewşenbîran wek Musa Anter, Îsmaîl Beşîkçî Huseyîn Sagniç û Alî Temel ve hatibû damezrandin û heta niha jî xebatên xwe didomîne.

Niha jî NÇM’ê ku ev demek dirêj e jiber şert û mercên pandemîya vîrusa korona navber dabû atolyeyên rûbirû û bi sistkirina tedbîrên vîrusa korona careke din dest bi programên normal kir.

Di van qursan de NÇM bi 6 mamosteyan dersên fêrkirina amûrên wekî tembûr, erbane gîtar, keman, bilûr pîyano, klarnet bide ku ji 7 salî û mezintir serlêdana her kesî tê pejirandin. Herwiha serlêdana qursan NÇM’ê wê her dem hebin.

Berçem Dogan endezyareke ciwan a Kurd e ku li NÇM’ê dersên erbanê distîne. Ew dîyar dike ku NÇM jibo wê cîhekî girîng û cîhê şanazîyê ye.

“Ez jibo hînbûna çanda xwe hatim NÇM’ê û jibo pêşxistina zimanê Kurdî diaxifin. Di heman demê de ez dixwazin hînî erbane (def) bibim. Jiber ku cîh û mamosteyên me baş in ez jî li vir pir kêfxweş im.”

Perwerdekarên NÇM’ê jî ku derbarê qursên perwerdehîyê de agahî dan û diyar kirin ku ew dixwazin cewhera çanda kurdî biparêzin û piştgirîyê bidin kesên ku dixwazin di warê muzîkê de jîyana xwe pêş bixin bikin.

Yek ji mamosteyên NÇM’ê Engîn Cengîz bang li malbat û ciwanan dike ku bo pêşveçûna di qada hûnerî de serlêdanê bikin.

“NÇM bêgûman ne tenê qursên amûran dide. Li vir civata Kurd hunera xwe bi awayekî organîzekirî sîstematîk pêş dixe.”

Cengîz herî dawî jî destnîşan kir ku di demên dawî de êrîşên li dijî çand û hunera Kurdî zêde bûne û wî anî ziman ku ewên jibo pêşketina çand û hunerî Kurdî bi nifşên nû re bi awayekî çoş û xwedî moral bixebitin.

MEB_11_10_21_NÇM
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG