Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî Wek Serokê Nû Yê Herêma Kurdistanê Sonda Yasayî Dixwe


Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî, biraza û zavayê Masûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistanê îro roja Duşemê sonda yasayî xwar û bû serokê nû yê herêma Kurdistana Îraqê.

Nêçîrvan Barzanî kesê yekê ye weke serokê Herêma Kurdistanê ku raste rast ji aliyê parlamenê ve tê hilbijartin û serokê duyê ye yê herêma Kurdistana Îraqê ya ku ji sala 1991ê vir de herêmeke otonom û fedrale.

Frans Press dide zanîn ku dibe roja Sêşemê Nêçîrvan Barzanî kurê mamê xwe Mesrûr Baraznî weke serokê nû yê hikûmeta Herêma Kurdistanê bo avakirina hikûmetek nû wezîfedar bike.

Merasîmên sond xwarina Nêçîrvan Barzanî li Qesra Kongireyan ya ku weke hola Saad Ebdullah tê nas kirin hat encam dan.

Hejmarek zêde ya şandên navxweyî, Îraqî û biyanî beşdarî di merasîma sond xwarinê de kir bûn, li gor çavkaniyên herêmî nêzî 1200 kes weke mêhvan di vê merasîmê de amad bûbûn.

Di peyvekê de Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew dê kar bike da ku hevkariyeke xort di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexda de ava bike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, ewê hemû hêza xwe bikar bîne da ku hikûmteke nû ya Herêma Kurdistanê ava bibe.

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partî Demokratrî Kurdistan PDKê ye ku di hilbijartinên 30 Îlona 2018an de partiya wî dengên herî zêde anî bûn û di parlamena herêmî de xwedî 45 kursîyan e.

Roja 28î meha derbasbûyî parlamena herêma Kurdistanê bi 68 dengan ji koma 81 endamên amade dengê erê bû Nêçîrvan Barzanî dan ku bibe serokê nû yê Herêma Kurdistana Îraqê .

Li gor yasya parlamena Herêmê divê serokê herêmê baweriya 56 endaman ji koma 111 dengên parlamneê bistîne heta ku bikare bibe serokê Herêmê.

Nêçîrvan Barzanî (52 salî) kurê Îdrîs Barzanî û neviyê Mela Mistefa Barzanî ye, ji dema yekemîn hilbijartinên li herêma Kurdistana Îraqê û ava kirina yekemîn hikûmeta herêmê li sala 1992ê, Nêçîrvan Barzanî di piraniya kabînên hikûmetê de li Herêma Kurdistana Îraqê Serokwezîr bû.

XS
SM
MD
LG