Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Îslamî li Nîjerya Herî Kêm 1 Karmendê Rêxistina Mirovahî Revand


Karbidestên Nîjeryayî îro Înê ragihand ku mîlîtanên Îslamî li rojhilata bakurê welêt herî kêm 1 karmendê rêxistina Action Against Hunger ya navnetewî revand.

Revandina dawî neh di vê demê de tê ku neh meh berê şaxa Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya li Afrîqaya Rojava, li heman herêmê karkerekî Xeça Sor revandibû û ew di Adara 2018an de kuştibû.

Bi bûyera nû ya revandinê xem û tirsên ser jîyana karmendên rêxistinên mirovahî jî zêde dibin jiber ku mîlîtanên Boko Haram pir caran wan dikir armanc.

Di êrîşa herî dawî de, êrîşkaran roja Pêncşemê li bajarokê Damasak ya herêma Borno li rojhilata bakurê Nîjerya ajokarek kuştibûn û 6 kesên nav konvoyê revandibûn.

Heta niha zelal nebûye ku çend endamên rêxistina Action Against Hunger hatine revandin jiber ku qala ji yek heta çar kesan tê kirin û rêxistinê jî heta niha ti daxuyanî nedaye bîragiştî.

XS
SM
MD
LG