Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nîjerya bi Sedan Jin û Zarokên Dîl Hatin Rizgar Kirin


Xanîyê ku nêzî 300 kes jê hatine rizgar kirin
Xanîyê ku nêzî 300 kes jê hatine rizgar kirin

Karbidestên Nîjeryayî ragihand ku pirtir ji 300 kesên dîlgirtî, ku piranîya wan jin û zarok in, li bajarê Kaduna ya bakurê welêt hatine rizgar kirin.

Karbidestan dîyar kir ku kesên rizgarkirî hatibûn zincîr kirin û li avahîyekê dihatin veşartin.

Reutersê ji zarê nûçegîhanên xwe yên xwecîhî ragihand ku zarokên pênc salî jî di nav dîlên rizgarkirî de hebûn û gelek ji wan bi zincîran hatibûn girêdan ku nerevin.

Polîsan got ku li avahîya ku zarok tê de dihatin girtin, xwendingeheke îslamî heye û di operasyona wan de 7 kes hatine desteser kirin.

Polîsan zelal nekir ku zarokên rizgarkirî ji kengî vir ve li wê derê dihatin dîl girtin.

Xwendingehên îslamî yên li Nîjerya ji demên dirêj vir ve, jiber îdiayên lêxistin, zêdegavî û destdirêjîya seksî bûne sedema nerazîbûnan.

Serokê Nîjerya Mihemedu Buharî, ku bi xwe jî misilman e, demeke zûtir ya vê salê gotibû ku ew plan dike wan xwendingehan daxe.

XS
SM
MD
LG